Cenazeyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mistefa spartin axê

Cenazeyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mehmûd Mistefa bi merasîmekê li Şehbayê spartin axê.

Ji bo Mehmûd Mustefa yê ku 14’ê Îlonê şehîd bûbû, bi tevlîbûna bi sedan kesan merasîmek hate lidarxistin.

Gelê herêmê cenazeyê şehîd Mehmûd Mistefa ji ber nexweşxaneya Avrîn a bajarokê Fafînê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Komkujiya Til Rifatê ve bi rê ketin.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Receb Mistefa axivî û got: "Doza Kurd bi saya xwîna şehîdan di nava qadên navnetewî de tê nîrxandin. Pêvajoya ku em di nav de, ji bo ku em bibin layîqê şehîdan pêwîste ku em têkoşînê bilind bikin."

Di merasîmê de, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Reşîd Efrîn banga tevlîbûna şoreşê li ciwanan kir û got: "Divê ciwan rola ku dikeve li ser milê wan bi cih bînin. Em di pêvajoyeke çarenûsa me diyar bike de ne, ji ber vê yekê divê em têkoşîna xwe mezin bikin."

Piştî axaftinan belgeya şehadetê ya Şehîd Mehmûd Mistefa xwendin û radestî malbatê kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd li ber dirûşme û tilîliyên dayîkan spartin axê.