Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê El-Kentar hate veşartin

Welatiyên Tirbespiyê û Girkê Legê cenazeyê endamê Erka Xweparstinê Deham El-Kentar bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugur veşartin.

Bi sedan welatiyên Tirbespiyê û Girkê Legê yên Kantona Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweprastinê Deham El-Kentar ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê d eşhîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilêr a li gundê Dugur ê navçeya Tirbespiyê veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanan merasîmeke leşkerî lidarxist. Piştre Cîgirê Hevserokatiya Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulehed Gewriye axivî û got; “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rizgarkirina herêma ji çeteyan kerwanên şehîdan dane, bi saya wan aramî û aşitî pek hatiye.”

Li ser navê Meclîsa Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Zekî bavê axivî û wiha got; “Kombûna me ya li ser vê xaka pîroz li ser gora şehîdan serketina herî mezin a şehîdan e. Em ê şopdarê rêya şehîdan bin.”

Nasnameya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Girseya gel cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Deham El-Kentar bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşart.