Cenazeyê endamê Ewlekariya Hundirîn Mûsa spartin axê

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Hilêl Mûsa bi merasîmeke girseyî li goristana li gundê Hikûmiyeyê spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Reqayê û gundewarên wê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hilêl Mûsa ku dema erka xwe pêk di anî de şahîd bibû, li Çerxerêya Firûsiyê nêzî têketina rojavayê bajêr kom bibûn. Piştî ku cenaze wergirtin ber bi goristana gundê Hikûmiyê ve ketin rê.

Girseya gel li goristanê ji aliyê bi dehan welatiyên gundên Hikûmiyê, Hizêmê û gundewarên ve hat pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve destpê kir. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatima El-Îsa, li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn rêveber Egîd Aldar, li ser navê Mala Jinan Necah El-Hemûd û li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê endamê meclîsê Munîr El-Xelef axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û gotin, hêzên derve hewl didin fitneyê li herêmê belav bikin û banga hişyariya ji komployan hate kirin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Cenazeyê şehîd Hilêl di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de spartin axê.