Cenazeyê Endamê Ewlekariya Hundirîn El Hemûd hate veşartin

Cenazeyê Endamê Ewlekariya Hundirîn Xidir El Hemûd li goristana Şedadê bi merasîmekê hate veşartin.

Bi dehan erebeyên ku bi wêneyên şehîdan hatibûn xemilandan, ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a li Hesekê ber bi Goristana Şehîdan Şedadê ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate lidarxistin. Piştre bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Casim El-Elî axivî û sersaxî da malbatên şehîdan.

El-Elî wiha got: “Çete hewl didin aramî û ewlehiya li herêmên me têk bibin. Divê em hevgirtî bin da ku em fikirên çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê tune bikin. Divê her kes destkeftiyên şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze. Em soz didin şehîdan ku heta bidestxistina azadiyê, em ê rêya wan bişopînin.”

Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Cewhera El-Ebid jî axivî û destnîşan kir ku qetilkirina Hind û Seîda, nîşaneya lawazbûna çeteyan e û têkçûna hewldanên wan ên şikandina vîna jinan e.

Nacî Nicûm jî bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şedadê axivî û diyar kir ku dê rêya şehîdan bişopînin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Piştre, endamê Saziya Malbatên Şehîdan Deham El-Ferec wesîqeya şehîd Xidir El-Hemûd xwend û radestî malbata wî kir û cenazeyê şehîd Xidir El-Hemûd hate veşartin.

Saziya Malbatên Şehîdan nasnameyên 11 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li cih û demên cuda şehîd bûne, eşkere kirin.

Navên şehîdan wiha ne: Feysal El-Silêman, Rakan El-Erbîd, Xalid El-Hesen, Îsa Sultan, Xêrallah Şêx, Farûq Hebîl, Ayiş El-Elî, Mûnîr El-Xelîf, Ebdulrehman El-Hesen, Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr.