Cenazeyê Endamê Ewlehiya Hundirîn Dîmork hate veşartin

Welatiyên Tebqayê bi merasîmekê cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Rakan Dîmork li Goristana şehîdan a Tebqayê veşartin.

Girseya gel cenazeyê Rakan Dîmork (Rakan Tebqa) ji nexwşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û ber bi Goristana şehîdan a Tebqayê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Hevseroka Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Kefa Sincar axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya têkoşerên azadiyê da. Kefa got: ″Bi saya fedekariya şehîdan, gelê bajarê Tebqayê amadekariya salvegera rizgarkirina Tebqayê dikin.″

Her wiha Endama Rêveberiya Karûbarên Malbatên Şehîdan Ibtîsam Ibrahîm û Hevseroka Meclîsa Rêveber a Tebqayê Hind Elî jî axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd hate xwestin, şehîdên 6′ê Gulanê bibîr anîn. Dîsa di axaftinan de hate gotin ku Erdogan ê ku li pey şopa kalikên xwe diçe wê winda bike.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.

 Cenazeyê şehîd li goristanê di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hate veşartin.