Cenazeyê Endamê Asayîşê El Bekîr spartin axê

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Serêkaniyê cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Hesen El Bekîr li Goristan Şehîdan a Serêkaniyê spartin axê.

Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Hesen El Bekîr ê di necam a qezayê de şehîd bibû, ji pêşiya Nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê hate girtin û ber bi karwaneke ji dehan wesayîtî ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştre jî Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Serêkaniyê Şêrîn Şêxê û li ser navê Hêzên Asayîşa Rojava- Bakurê Sûriyeyê Fadil Muslim axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku van şehîdan di oxira rizgarkirina welatên xwe de bedelên giran dane.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî şehîd hate kirin. Piştre jî cenazeyê şehîd bi dirûşima ‘Şehîd Namire’ spartin axê.