Cenazeyê Ebû Şadî bi merasîmekê hate veşartin

Welatiyên navçeya Şera ya Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê Cemîl Rohanî (Ebû Şadî) bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Refîq veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Şera ya Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê Cemîl Rohanî (Ebû Şadî) yê ku 16′ê Mijdara sala 2016′an li bajarê Helebê şehîd bibû, ji nexweşxaneya Avirîn a bajarê Efrînê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerîya ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Qere Soz, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Ehmed Ebdo û li ser navê Yakîtiya Karûbarên Olî Mihemed Hemîd Qasim axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata têkoşer re hat xwestin û hat diyarkirin ku şehîdên azadiyê ji bo mirovahî, azadî û biratiya gelan canê xwe feda kirine. Her wiha berxwedana QSD/YPG/YPJ′ê hat silavkirin û soza domandina rêya şehîdan heta pêkanîna armanca wan a avakirina civakeke azad û demokratîk hat dayîn.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava tîlîliyên dayikan û dirûşa “Şehîd Namirin” de hate veşartin.