Cenazeyê Ebdulmecîd El Omer hate veşartin

Şervanê Erka Xweparastinê Ebdulmecîd Hesen El Omer li Şedadê bi merasîmekê hate veşartin.

Şêniyên navçeya Şedadê ya Kantona Cizîrê li Goristana Şehîdan a navçeyê kom bûn û şervanê Hêzên Erka Xweparatinê Ebdulmecîd El Omer veşartin. 

Di merasîmê de endama Komîteya Şopandinê Seher Osman axivî û sersaxî ji malbata şehîd El Omer xwest.

Seher wiha domand: "Em bi şehadeta şehîd Ebdulmecîd serbilind in. Ew ê di rûpelên dîrokê û welat de zindî bimîne. Wî rêya serkeftinê û jiyana bi rûmet hilbijart û şehîd bû."

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê dehmat Hesekê axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hevalên wî yên li eniyên şer xwest û got: "Wan lehengan li hember komên terorîst şer kirin û serkeftin bi dest xist. Ev serkeftin bi saya Rêber Abdullah Ocalan bû ku ji girtîgeha Îmraliyê rêya ber bi azadiyê ve ronî kiriye."

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.