Cenazeyê Ebdullah El Şewax li Reqayê hate veşartin

Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdullah Selîm El Şewax li Reqayê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên Reqa û gundewarên wê, endamên saziyên sivî û leşkerî, endamên Meclisa malbatên Şehîdan, şêx û rûspiyên eşîran di merasîma oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebdullah El Şewax de amade bûn.

Ebdullah El Şewax di 7′ê Kanûnê de li Reqayê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Di merasîmê de endamê rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Ebdulqadir El Şafî axivî û sersaxî da malbata şehîd.

El Şafî wiha domand: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin ku di oxira parastina vî welatî de canê xwe da."

El Şafî di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Li ser navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê endama Komîteya Perwerdê ya meclisê Foza El Hemod axivî û got: "Em ê xaka xwe ji qirêjiya terorê rizgar bikin. Em soz didin şehîdan em ê heta pêkanîna armancên wan şopdarê rêya wan bin."

Li aliyekî din jî hevserokê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê Mihemednûr El Dîb axivî û got: "Destpêkê em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û sersaxiyê ji hevrêyên şehîd ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dixwazin."

El Dîb wiha domand: "Em li vî cihî pîroz dibêjin em li ser soza xwe ne û em ê rêya şehîdan dewam bikin. Ne ji fedakariyên şehîdan bûya em li vî cihî nedisekinîn û me Rêveberiya Xweser ava nedikir."

Piştre wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmên ′Şehîd namirin′ li goristana şehîdan a li gundê Hikumiye hate veşartin.