Cenazeyê du şehîdan li Dirbesiyê hatin veşartin

Welatiyên Dirbesiyê cenazeyê şervanê QSD’ê Qeyis Kîşa û cenazeyê şervanê YPG’ê Hisên Mehmûd bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê cenazeyên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Qeyis Kîşa (Dewran Dirbêsiyê) û şervanê YPG`ê Hisên Mehmûd (Hogir Dirbêsiyê) ku li Dêra Zorê şehîd bûbûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê veşartin.

Girseya gel cenazeyê herdu şehîdan ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ve ketin rê. Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hisen Ibêd axivî û got; "Em soz dikin ku em ê rêya şehîdan bişopînin û armancên wan pêk bînin. Şehîd ji bo jiyana azad a gelan canê xwe feda kirin.”

Ji fermandarên YPG`ê Agirî Jînda axivî û wiha got; “Em ji şehîdan hêzê digrin û bi her şehadetekê re em soza xwe dubare dikin. Di demeke nêz de em ê herêmên Dêra Zorê mîna herêmên din ku me rizgar kirine, ji destê terorê rizgar bikin.”

Piştre li ser navê malbata şehîd Dewran birayê wî ku şervanê YPG`ê ye Îmar Kîşa û bi navê malbata şehîd Hogir Ferhan Mehmûd axivîn û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.

Dawiya merasîmê de nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.