Cenazeyê Adanmiş ji Qamişloyê ber bi Mexmûrê ve hate şandin

Cenazeyê nûçegihan Rizgar Adanmiş, ku 18'ê Kanûnê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da, ji Qamişloyê ber bi Mexmûrê ve hate şandin.

Cenazeyê nûçegihan Rizgar Adanmiş (Denîz) ji aliyê bi sedan kesî ve kuk malbat û hevalên wî jî di nav de bûn, ji morga taxa Enteriye ya Qamişloyê hate rakirin û ber bi Deriyê Sînor ê Sêmalka ve hate şandin.

Cenazeyê şehîd Rizgar Adanmiş wê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bê veşartin.

Rizgar Adanmiş roja 12'ê Cotmehê li bejahiya Dêra Zorê ji ber êrîşa DAÎŞ'ê ya bi wesayita bombebarkirî ya li dijî sivîlan bi giranî birîndar bûbû û 18'ê Kanûnê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin şehîd bû.