Cenazeyê Şehîd Seydo li Helebê hat veşartin

Xelkê Helebê cenazeyê şehîd Ehmet Seydo veşart.

Îro şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîma veşartina cenazeyê şehîd Ehmed Seydo bûn ku di encama nexweşiyê de şehîd bû.

Girseya gel ji ber Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ber bi goristanê ve kete rê û di nava kolanên sereke yên taxa Şêxmeqsûd de meşiyan û dirûşmeyên "Şehîd namirin" berz kirin.

Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rûşîn Mihemed axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina azadî û serkeftinê li ser esasê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da.

Her wiha endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hesen jî axivî û got: “Şehîd Ehmed Seydo jiyana xwe kir oxira têkoşînê. Di 2016’an de tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Efrînê bû. Bi heval û karê xwe re dilsoz bû û di 2018’an de cihê xwe li eniyên şer girt."

Di dawiya merasîmê de, endama Meclisa Malbetên Şehîdan Nisrîn Îsmaîl nasnameya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Paşê girseya gel cenazeyê şehîd Ehmed li goristanê spart axê.