Cenazeyê Şehîd Riyad li Kobanê bi merasîmekê hat veşartin

Şêniyên Kobanê ji bo veşartina cenazeyê Şervanê Erka Xweparastinê Şehîd Riyad Babilî (Riyad) berê xwe dan Goristana Şehîdan a Şehîd Dîcle û bi merasîmekê cenazeyên şehîdan spartin axê.

Îro bi dehan şêniyên Kobanê û endamên saziyên sivîl ji bo veşartina cenazeyê Şehîd Riyad Babilî bi nasnav Riyad ku ji gundê Mezrê Sofiya yê başûrê Kobanê ye, 28’ê vê mehê li bajarê Reqayê di dema ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Şehîd Dîcle ya li Kobanê merasîmek lidar xistin.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin hat destpêkirin.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Herêma Firatê Nebo Temo derbarê girîngî û wateya şehîdan axaftinek kir û got, "Şehîd Riyad ji malbateke welatparêz e ku ji destpêka damezirandinê ve Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û ji bo rizgarkirina xaka Kurdistanê ev rê hilbijart."

Temo her wiha bal kişand li ser şerê taybet a heyî û diyar kir, “Pêwîste em xwedî li şehîdên xwe derkevin, ji ber ku dîrok bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin.”

Her wiha Fermandarê Tûgeya Kisrat a Erka Xweparastinê Eyhem Mustefa Casim axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da. Mustefa her wiha helbestek pêşkêşî malbata şehîd kir û got, “Dayê, ez li vir di bin axê de me, mirina min ji min re dibe alîkar ku ez sax bim û paşê ez bê tirs radizêm...

lewre canê min bi hemû keriyên çûkan bilind di ser ewran re serbilind difirî, yan jî çiqîna kewiyan diêşe ku ez ji kula mirinê derkevim, bila netirse û bavê min mirina min e…

Em sersaxiyê ji we û malbatên şehîdan re dixwazin."

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşê Efendî jî axivî û anî ziman, “Em dayîk her tim li ser xeta şehîdên xwe ne û em ê soza xwe li hemberî wan her tim nû bikin.”

Piştî axaftinan nasnameya şehîd radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîlîyên dayîkan hat veşartin.