Cenazeyê Şehîd Rênas hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Rênas ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, hat oxirkirin.

Gelê Hesekê,tevlî merasîma ji bo Şehîd Malik El-Hemîdî (Rênas) a li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan bûn.

 Di merasîmê de, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Selma Sulêman axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got; "Şehîdan canê xwe ji bo rastiyê, jiyana hevbeş û biratiya gelan feda kirine."

Piştî axaftinan, nasnameya şehadetê ji aliyê Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan Îlham Bekir ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiya merasîmê de ji bo ku cenazeyê Şehîd Rênas were veşartin ber bi Gundê Til Mejdelê ve oxirkirin.