Cenazeyê Şehîd Mihemed Elî Ferec li Minbicê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Elî Ferec El Hac Elî li Goristana Şehîdan a Minbicê hat veşrtin.

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên Minbicê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Jinê, Hêzên Erka Xweparastinê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê, partiyên siyasî û şêx û rûspiyên herêmê, cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Elî Ferec El Hac Elî hat veşartin. Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Elî Ferec El Hac Elî di 24ʹê Adarê de dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.

Girse cenazeyê şehîd Mihemed Elî Ferec ji Nexweşxaneya Firatê wergirt û ber bi Goristana Şehîdan ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîmeke hat lidarxistin. Merasîm bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê ya Herêma Firatê Ebû Xemîs axivî û sersaxî ji malbata şehîd, hêzên parastinê û şêniyên Minbicê re xwest.

Ebû Xemîs anî ziman ku bi saya fedakariyên şehîdan herêm bi ewle bûye. Her wiha soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Ezo jî şehîdên azadiyê bi bîr anî û got: "Şehîd Mihemed soz da û soza xwe bi cih anî. Em şopdarên rêya wî bin û li ser vê xetê nifşên nû perwerde bikin."

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Îdo wesîqeya şehadetê ya şehîd Mihemed Elî Ferec xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd Mihemed Elî Ferec bi dirûşmêyên "Şehîd namirin" hat veşartin.