Cenazeyê Şehîd Amed bi merasîmeke heybet hate veşartin

Cenazeyê şervanên YPG‘ê Muhened Amed ê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dijwar bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

welatiyên bajarê Hesekê ji bo merasîma cenazeyê Muhened Amed, li ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn. Girseya gel ku cenaze ji navenda meclîsê wergirtin, bi karwanekî wesayîtan ku hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ketin rê. Li vir merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Di merasîmê de, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Mihemed Dawê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Mihemed Dawê got ku şehîdên berxwedêr li dijî her êrîşan gel û xaka xwe parastin.

Di berdewama merasîmê de, li ser navê YPJ‘ê Rûken Kame diyar kir ku ew ê xeta şehîdan bi domînin û teslîm nebin.

Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şemsedîn Mele Îbrahîm got ku şehîd ji bo welat bedelên giranbuha dan û rêya azadî û rûmetê hilbijartin.

Di dawiya merasîmê de, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Aya Keleş nasnameya şehîd Muhemed Amed xwend û radestî malbata wî kir.

Girseya gel bi dûrişmeyan cenazeyê şehîd Muhened veşartin.