Cenazeyê 9 şehîdan li El-Keramê hatin veşartin

Cenazeyê 9 şervanên QSD'ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarokê El Keramê yê Reqayê hatin veşartin.

Bi dehan welatiyên bajarokê El-Keramê cenazeyên şervanên YPG’ê Mihemed Taha (Mazlûm), Yasir Esaf, Elî EL-Îs, Abdulsetar Mihemed, Emara Xelef (Emar Reqa), Îbarahîm Şiblî, Îbrahîm Casim, Ehmed Ferec (Sened) û Hesen EL-Hibil ên di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûn ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê girtin û bi karwanekî ji wesayitan anîn bajarokê El Keramê. Konvoy li pêşiya goristanê sekinî û girseya gel darbestên şehîdan da ser milan û bi qîrîna dirûşman heta goristanê meşiyan.

Li goristanê bi deqeyeke rêzgirtinê merasîmê dest pê kir û paşê li ser navê hêzên ewlekariya Hundirîn ên bajarokê El-Keramê Hesen Xelef axivî. Xelef di destpêkê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku wê li ser şopa şehîdan bin. Xelef got, "Şehîdan bi têkoşîna xwe rêya azadiyê ronî kirin."

Di dewama merasîmê de endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ekrem Ehmed wiha axivî: "Em di serî de sersaxiyê ji xwe re dixwazin û sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdên re dixwazin."

Ehmed rizgarkirina Reqayê li gelê Reqayê pîroz kir û got êdî gelê Reqayê wê bi xwe rêveberiya xwe bibe.

Piştî axaftin bi dawî bû belgenameya sicîla şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şervanan li ber dirûşman li goristana Şehîd Memo û Sîdar spart axê.