Cenazeyê 7 şervanên YPG’ê yên li Reqa şehîd bûne hatin veşartin
Cenazeyên 7 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Azadkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Hesekê bi merasîmeke heybet ve hatin veşartin.
Cenazeyên 7 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Azadkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Hesekê bi merasîmeke heybet ve hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Heseklê cenazeyên şervanên YPG′ê Îbrahîm Mehmûd (Dijwar), Fayiz Mihemed (Mêrxas), Fas Bitêran (Şervan Til Temir), Mihemed Kînko (Xebat Hesekê), Emar Wehbê (Cûdî), Wacid Meyûf (Birûsk Hesekê) û Salih Derwî ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, ji Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nesrîn Fehid axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku serkeftinên Rojava-Bakurê Sûriyê bi saya berxwedana şehîdan hatin bidestxistin.
Fermandarê YPG′ê Zekî Kobanê jî diyar kir ku cangoriyên azadiyê ji bo azadî û rûmeta gelê xwe bedelên herî giran dane. Zekî sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û soza domandina têkoşînê da.
Her wiha Endama Kongreya Star Şêrîn Oso soza şopandina rêya şehîdan da.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên şeîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û tîlîliyên dayikan de hatin veşartin.