Cenazeyên 6 şehîdan li herêmên Cizîr û Şehbayê hatin veşartin
Cenazeyên 6 cangoriyên azadiyê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarên Tirbespiyê, Qamişlo û herêma Şehbayê hatin veşartin.
Cenazeyên 6 cangoriyên azadiyê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarên Tirbespiyê, Qamişlo û herêma Şehbayê hatin veşartin.
Cenazeyên 6 cangoriyên azadiyê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarên Tirbespiyê, Qamişlo û herêma Şehbayê hatin veşartin.
TIRBESPIYÊ
Bi sedan welatiyên bajarê Tirbespiyê cenazeyên şervanên YPG'ê Newroz Elî Hesen (Berxwedan Tirbespiyê) û Edulmecîd Teqtûq (Şervan Qamişlo) ên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li goristana Şehîd Dilşêr oxir kirin.
Di merasîmê de Hevserokê Desteya Karên Hundir ê Kantona Cizîrê Kenan Berekat axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin. Berekat da zanîn ku bi saya fedekariya şervanên azadiyê destketiyên gelên herêmê hatine parastin. Kenan Berekat bang li gelê herêmê kir ku li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, rawestin.
Bi navê malbata şehîd Berxwedan Tirbespiyê, apê wî Mihemed Salih û bi navê malbata şehîd Şervan Qamişlo, birayê wî Fayiz Ebdulmecîd axivîn û dane zanîn ku ew bi şehadeta zarokên xwe serbilind in û soz dan ku ew ê li ser şopa wan bin.
Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin definkirin.
QAMIŞLO
Bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo jî cenazeyên 3 şervanên YPG′ê Hozan Çeto (Çekdar Qamişlo), Mahir Ferhan (Egîd Qamişlo) û Silêman Hetîmî (Samî Selaya) ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.
Merasîmê bi rêzgirtina ya leşkerî dest pê kir. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îsam Îbrahîm û Fermandarê YPG'ê Amed Qamişlo axivîn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soz dan ku ew ê li ser şopa şehîdan bimeşin.
Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin definkirin.
ŞEHBA
Welatiyên herêma Şahbayê jî cenazeyê şervanê Hêzên Şehbayê yê di bin banê Hêzên Şoreşger de ye, li goristana Şehîdan li gundê Ehres li herêmên Şahbayê veşartin.
Şeva derbasbûyî bi sedan welatiyên herêma Şahabyê li pêşiya nexweşxaneya Avarîn a Kantona Efrînê kom bûn ji bo cenazeyê Şehîd Ebdilkerîm Wilo (Baran) ê di 6 Tîrmehê de dema ku bi erka xwe ya Leşkerî pêk tanî, jiyana xwe ji dest, oxir bikin.
Piştî ku welatiyan cenazeyê Baran wergirtin bi karwaneke wesayitan bir gundê Ehresê. Piştî ku gihîşt gund, merasîmekê bi deqeyeke rêzgirtinê ji aliyê şervanên Eniya EL-Ekrad û Tûgayên Herêmî destpê kir. Paşê Endamê Fermandariya Hêzên Şoreşger Mihemed Elî, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan li herêmên Şahbayê Emne Xidro, Hevseroka Meclîsa Rêveber li herêmên Şahbayê Cîhan Xidro axivî û sersaxî ji malbata Şehîd re xwestin.
Qisekeran bang li welatiyan kir ku li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker hev bigirin bikin û dan zanîn ku welatiyên Efrînê hemû amade ne ku parastina xaka xwe bikin.
Di axaftinan de soz hate dayin ku wê li ser şopa şehîdan bin û heta avakirina Sûriya Federal a Demokratîk wê têkoşîna xwe bidomînin.
Dûre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazyên Şehîd bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" spartin axê.