Cenazeyê 5 şehîdên Reqayê hatin veşartin
Welatiyên navçeya Eyn Îsa cenazeyê 5 şervanên QSD'ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, bi merasîmekê li goristan şehîdan a li gundê Hikûmiyê veşartin.
Welatiyên navçeya Eyn Îsa cenazeyê 5 şervanên QSD'ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, bi merasîmekê li goristan şehîdan a li gundê Hikûmiyê veşartin.
Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa û gundên girêdayî wê, cenazeyên şervanên QSD'ê Mihemed Ehmed, Selam Fewaz, Mihemed Abdullah, Xalid Ewad û Ewas Omer yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, ji avahiya Meclîsa Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa wergirtin û bi karwaneke ji wesayîtan bir goristana şehîdên Reqayê.
Welatiyan li pêşiya goristanê, darbestên şehîdan hildan ser milan û bi qîrîna dirûşman heta goristanê meşiyan. Merasîma li goristanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Salih El-Bûş axivî û got , ew bi rêzdarî di hizûra şehîdan de hemû têkoşerên azadiyê bibîr tînin. Salih El-Bûş destnîşan kir, ku wê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin.
Bi navê QSD'ê Siûd Xelîl axivî û berxwedan û destnîşan kir ku şervanan bi têkoşîn û xwîna xwe herêm parastine.
Piştî axaftinê nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Di dawiya merasîmê de welatiyan cenazeyên şervanan bi dirûşm û tilîliyan spartin axê.