Cenazeyê 4 şervanên YPG'ê hatin veşartin

Li bajarê Qamişloyê cenazeyê 4 şervanên YPG'ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate veşartin.

Welatiyên bajarê Qamişloyê cenazeyê şervanên YPG′ê  Zewbe Îbêd (Mezlûm Qamişlo), Elî Îlêwî (Dijwar Hesekê), Hamid Mihemed (Şiyar Til Hemîs) û Basil Ehmed Ebdullah (Mezlûm Qamişlo) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a xeta gundewarên Qamişlo Îsam Îbrahîm, Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Hisên Ezam, şervanê YPG′ê Mihemed Zêdan û kurapê şehîd Şiyar Meyad Qamişlo axivîn.

Axaftvanan diyar kirin ku cangoriyên azadiyê çek hilgirtin û axa welatê xwe parastin. Her wiha soza tolhildanê û şopandina rêya şehîdan ya heta avakirina Sûriyekî demokratîk hate dayîn.

Piştre nasnameyên şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şervanan bi dirûşme û tilîliyan li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin veşartin.