Cenazeyê 4 şervanên YPG'ê hatin veşartin

Welatiyên Tirbespiyê cenazeyê 4 şervanên YPG'ê yên di Pêngava Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Bi sedan welatiyên  bajarê Tirbespiyê û gundewarên wê cenazeyên şervanên YPG′ê Mihemed Remedan (Demhat Tirbespiyê), Ehmed Îbêd (Ehmed Hilwa), Selah Ismaîl Mûsa (Gîvara Tirbespiyê) û Ehmed Zeker (Sabir Hilwa) ku di Pêngava  rizgrkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê  li goristana Şehîd Dilşer a  gundê Dûgirê veşartin.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqiqeyek rêz hate girtin û merasîmek leşkerî hat lidarxisitn. Piştre Femandarê YPG′ê Mihemed Zêdan axivî û got ku bi saya felsefeya Rêbertiyê gelek serkeftin hatin bidestxistin û herêm ji terora cîhanî hat rizgarkirin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Elî Mustefa û bavê şehîd, Remedan Heza jî axivîn. Axaftvanan bal kişandin ser rola şehîdan di parastina destkeftiyên şoreşê de û soza domandina têkoşînê nû kirin.

Piştre nasnameyên şervanên YPG'ê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şervanan bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dûgirê hatin veşartin.