Cenazeyê 4 şervanên QSD’ê li Tebqayê hate veşartin

Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyê 4 şehîdên QSD’ê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin. Li aliyê din nasnameya şervanekî QSD’ê jî hate eşkere kirin.

Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyê şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Axîd El-Selmo (Axîd Reqa), Ebdilbasêt Îbrahîm (Mîrandî), Mehmûd El-Îsa (Mehmûd Reqa) û Safî Ceefer (Safî Reqa) li Goristana Şehîdan a Tebqayê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin. Di merasîmê de her wiha nasnameyê şehîd Mihemed El-Ehmed (Mihemed Reqa) hate eşkerekirin ku di pêngava qaqijkirina mayînên ku çeteyan li pey xwe hiştine de li bajarê Reqa şehîd bûbû.

Bi sedan welatiyên bajarê Tebqa û gundewarê wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li ber deriyê başûrê bendava Feratê kom bûn û cenazeyên şehîdan ku ji kantona Kobanê dihatin pêşwazî kirin ku piştî nîvro li ber êvarê gihîştin bajarê Tebqayê.

Piştî ku welatiyan cenazeyên şehîdan wergirtin, darbesta şehîdan li ser milên xwe kirin û ber bi qada Goristana Şehîdan ve meşiyan. Li goristanê ji aliyê şervanê YPG, YPJ û QSD’ê ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin.

Piştre Endama Rêveberiya Komîteya Karûbarên Şehîdan Îbtîsam El-Îbrahîm axivî û di destpêkê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û behsa lehengiya şehîdan û rola wan di azadiya gelan de kir.

Di merasîmê de her wiha Hevserokê Desteya Parastinê yê Tebqayê Mihemed Elî Xalid axivî û wiha got: “Axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, wê bi cane xwe biparêzin, ji ber ku bêhnxweşiya xwîna şehîdan ji her bosteke welat tê.”

Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê jî axivî û sersaxî ji malabtên şehîdan re xwest û qala rola şehîdan a di rizgarkirin û parastina gel de kir.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre jî cenazeyên şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hatin veşartin.