Cenazeyê 4 şervanên QSD’ê li Eyn Îsa hatin veşartin

Welatiyên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî herêma Girê Spî cenazeyê 4 şervanên QSD’ê bi merasîmekê li goristanê veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa li pêşiya nexweşxaneya bajarê Girê Spî kom bûn û cenazeyên şeravanên QSD′ê Îbrahîm Elî (Azad), Hecî Mihemed (Hemîdî), Mihened Cedî TİRAD (Rêdûr), Tirkî El Xelef (Ebû Yûsif) ên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, wergirtin û ber bi goristana gundê Hikûmî ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqiqeyekî rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştre Fermandarê QSD′ê Mehmûd Osman axivî û diyar kir ku ew ê şopdarên rêya şehîdan bin û bi ruhê wan têkoşînê bidomînin.

Li ser navê MSD′ê Mistefa Ebid diyar kir ku bi şehîdên xwe serbilind in û soza şopandina rêya wan da.

Piştre cenazeyên şervanên YPG’ê bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hatin veşartin.