Cenazeyê 4 şehîdên Reqayê hatin veşartin

Welatiyên bajarokê Keramê cenazeyê 4 şervanên QSD'ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Memo û Sîvdar veşartin.

Welatiyên bajarokê Keramê ya Kantona Hesekê ya Herêma Federal a Cizîrê cenazeyê şervanên QSDʹê Hemdan Hesen (Hemdan), Hemze El-Asir (Hemze), Hisên El-Mustefa (Hesen) Û Hesen El-Esaf (Hesen) yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn bi merasîmekê veşartin.

Girseya gel cenazeyê şervanan ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana bajarokê Keramê ve ketin rê.

Li rêya  ketina goristanê de  girseya gel darbestên  şervanan li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. Li goristanê ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre  Endamê Rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hindir a Reqayê Casim Silêman axivî û got ku bi saya şehîdan gelê herêmê bi aramî û azadî dijîn. Silêman di axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan dan. ‫

Di berdewama merasîmê de li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezazî Hesen axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku wê Reqa ji çeteyên DAIŞʹê re bibe goristan û wê ji aliyê şêniyên Sûriyê ve were rizgarkirin.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, nasnameyên şehîdan ji aliyê Endamê Meclîsa Sivîl a Reqa Mûsa El-Receb ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan bi diruşme û tilîliyan li Goristana Şehîd Memo û Sîvdar veşartin.