Cenazeyê 4 şehîdên Bagera Cizirê hatin veşartin

Welatiyên navçeya Şedadê ya girêdayî Kantona Hesekê ya herêma Cizirê cenazeyê 4 şervanên YPG’ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ku di Pêngava Bagera Cizirê de şehîd bibûn, bi merasîmekê veşartin.

Welatiyên Kantona Hesekê û navçeya Şedadê cenazeyên şervanên YPG’ê Mihemed Xilêf (Serbest), Mihemed Kert (Rêzan Doxan), Fehed EL-Îsa (Seydo Hesekê) û şehîdê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ziyad EL-Herbî (Esed) ji ber Meclîsa Malbatên Şehîdan wergitin û bi karwaneke wesayîtan berê xwe dan goristana şehîdan a navçeya Şedadê.

Girseya  gel ku bê navber diruşm berz dikirin, li rêya ketina goristanê  de girseya gel cenazeyên şehîdan li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. Li goristanê merasîm hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtin destpê kir, piştre  wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de gel cenazeyên şervanan bi dirûşmeyan spartin axê.