Cenazeyê 4 şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin

Welatiyên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî cenazeyê 4 şervanên QSD′ê yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li goristana gundê Hikûmiyê veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî cenazeyê 4şervanên QSD′ê Hemûd El-Sefîr (Nimis), Ibêd El-Nehar (Ebû Şadî) û Cemal El-Ibêd (Cemal) ên ku di demên cûda yên Pêngava Rizgarkirina Reqayê pêngava rizgarkirin Reqayê de şehîd bibûn, ji nexwexaneya Wetenî ya bajarê Girê Spî wergirtin û ber bi goristana gundê Hikûmiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştre ji aliyê şervanên YPG,YPJ û QSD’ê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Umer Elûş axivî û got ku ew bi şehadeta cangoriyên azadiyê her tim serbilind in û soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha li ser navê hêzên QSD′ê Siûd El-Mihêsin jî axivî û diyar kir ku riêa şehîdan, rêya rûmeta gelane û wiha domand: ″Li pey şehîdên me gelek welatparêz hene, wê çekên wan hilgirin û welat ava bikin″.

Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û radestî m malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê her çar şehîdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.