Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed Xelef (Xebat), Muhîb Mihemed (Mêrxas) û Hemed Xillêf (Egîd) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin.
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed Xelef (Xebat), Muhîb Mihemed (Mêrxas) û Hemed Xillêf (Egîd) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin.
Bi sedan welatiyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed Xelef (Xebat), Muhîb Mihemed (Mêrxas) û Hemed Xillêf (Egîd) ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekê ber bi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ve ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanên YPG û YPJ’ê merasîmeke leşkerî lidarxist. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Hesen, Fermandarê YPG’ê Şiyar Hesekê û li ser navê Meclîsa Kantona Hesekê Ehmed Eyo axivîn.
Axaftvanan sersaxî j malbatên şehîdan re xwest û gotin ku şehîd ji bo rizgarkirina herêmê û parastina gelê xwe canê xwe feda dikin.
Nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên 3 şervanên Yekîneyên Displînên Leşkerî Ehmed Ebûd (Serhed), Selah Xelîl (Dilyar) û Xidir El-Namis (Elîşêr) ên ku di "Şerê Tinekirina Terorê " şehîd bibûn ragihand.
Girseya gel cenazeyê hersê şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.