Cenazeyê 3 şervanên azadiyê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 3 şervanên azadiyê bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.
Welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 3 şervanên azadiyê bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.
Bi hezaran welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên şervanê QSD′ê Faris Mesûd (Eslan Til Koçer), şervanên YPG′ê Mehmûd Mehmûd (Piling Qendîl), Ferhad Oztirk ( Mezlûm Çinar) ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li nexweşxaneya bajarê Dêrikê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federal Mensûr Selûm û nûnerên Rêveberiya Xweser, amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê Hêzên Asayîşê Bahoz Elî axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û got: ″Dijmin mirovahiyê nizane. Em şargirtên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Em ê bi saya lehengên xwe terorê bin bişkînin.″
Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federal Mensûr Selûm jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, dayikên şehîdan wekî dibistana lehengî û fedekariyê bi nav kir û got: ″Em ê li dijî komên çete û alîgirên wan (Erdogan) şer bikin û bajarê Reqayê ji terorê rizgar bikin. Wê Reqa bibe navenda çareseriya aloziya Sûriyeyê û pêkanîna projeya demokratîk be.″
Piştre nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.
Wê sibe jî cenazeyê Fermandarê YBŞ′ê Osam Ebdûl (Zagroz Bencwîn) ku li Şengalê şehîd bibû, ji nexweşxaneya Dêrikê were wergirtin û bi merasîmekê ber bi Başûrê Kurdistanê ve were oxirkirin.