Cenazeyê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şervanên di Berxwedana Rûmetê ya li Girê Spî encama êrîşên dewlata Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, li Şehîdgeha Reqayê hate veşartin.
Cenazeyê 3 şervanên di Berxwedana Rûmetê ya li Girê Spî encama êrîşên dewlata Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, li Şehîdgeha Reqayê hate veşartin.
Şervanê QSD’ê Beşar Ebdulrezaq Elî (Aqreb), Ehmed Mislim (Ehmed) û Raxib Merî yên di Berxwedana Rûmetê ya Girê Spî de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Şehîdgeya Reqayê hatin veşartin.
Merasîma bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Fermandarê Meclîsa Leşkerî y aReqayê Ebû Casim Raqawî axivî û diyar kir ku wê şopdarên rêya şehîdan bin.
Piştî axaftinan û şûnde cenazeyê şehîdan bi dirûşman hatin veşartin.