Cenazeyê 2 şervanên QSD’ê li Reqayê hatin veşartin
Cenazeyê şervanên QSD’ê Ebdulmecîd El Sinêd û Mihemed El Mihemd li Reqayê hatin veşartin.
Cenazeyê şervanên QSD’ê Ebdulmecîd El Sinêd û Mihemed El Mihemd li Reqayê hatin veşartin.
Bi sedan şêniyên Reqayê, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, meclisên leşkerî yên bajar û gundewarê Reqa, endamên Kombûna Jinan a Zenûbya, endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û PYD′ê cenazeyên şervanên QSD′ê Ebdulmecîd El Sinêd û Mihemed El Mihemd li Goristana Şehîdan a li Mezreya Hikumiyê veşartin.
Merasîm bi torena leşkerî ya şervanên QSD′ê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Xelef axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û şervanên QSD′ê re xwest.
Bi navê QSD′ê fermandar Ehmed El Xelef jî axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker sûdê ji rewşa Filistînê digire. Sûcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, her wiha fitneyê derdixe û binesaziya herêmê wêran dike.′′
Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvî Îsmaîl êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê weke êrişên nemerdane wesif kir û got: "Dewleta Tirk newêre sing bi sing li hemberî hêzên me şer bike, ji ber vê yekê bi balafirên bê mirov û obusan êriş dike."
Pişti axaftina wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" hatin veşartin.