Cenazeyê 2 şervanan li Minbicê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî a Minbicê Îbrahîm Hecî Mihemed (Îbrahîm Şems El-Şemal) û Ehmed El-Hemeda Mûstefa yên ku di Pêngava Rizgarkarina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî a Minbicê Minbicê Îbrahîm Hecî Mihemed (Îbrahîm Şems El-Şemal) û Ehmed El-Hemeda Mûstefa  ji Nexweşxaneya Firat a bajêr wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan goristanê.

Cîgira Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gndên wê Cemîla Ehmed, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced û endamên saziyên sivîl ên bajar, tevlî merasîma oxirkirinê bûn.

Li goristanê şervanên Meclîsa Leşkerî a Minbicê merasîmekî leşkerî lidarxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Fatma Debaa û li ser navê Meclîsa Minbic ya Leşkerî Fermandar Ednan Ebû Emced, axivîn.

Di axaftinan de, sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re hate xwestin û hate destnîşankirin ku bi saya berxwedana şehîdan herêm ji çeteyan hate rizgarkirin.Her wiha hate gotin ku pêngava QSD`ê ya rizgarkirina Reqayê, bi destxistina destekftiyên mezin dewam dike.

Li aliyê din Ebû Emced li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakurê Sûriyê axivî û wiha got: "Şer û projeyên we ber bi dawiyê ve diçe û em ê hertim bersiva we bidin."

Li ser navê malbata Ehmed El-Hemada, Şêx Ebdûllreza Kalo axivî û wiha got: "Şehîd xwediyê xwîna pak û zelal in, ewin ku li hemberî çeteyan soza sekinandinê dane."

Piştre nasnameya şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şervanan bi dirûşme û tilîlyan li goristanê hatîn veşartin.