Cenazeyê 13 şehîdan hatin veşartin

Welatiyên Şedadê cenazeyên 13 şervanên YPG'ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê heybet li goristana Şehîdan a herêma Şedadê veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Şedadê li navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê li hev civiyan û cenazeyên şervanên YPG'ê Xelîl El-Elî (Nûr Hesekê), Murhef El-Xelef (Cafer), Muhened Mihemed (Cûdî), Ehmed El-Ewad (Şêr Şedadê), Ehmed El-Xelef (Zuhêr), Xalid El-Cedû (Heleb), Ebdulrehman Beşîş (Serhed Hesekê), Ehmed Xelef (Dilbirîn Roj), Hesen Hemade (Hogir Şedadê), Yasir El-Rehîm (Dijwar Şedadê), Basil El-Ebûd (Şam Şedadê), Menhel El-Hayis (Ehmed Şedadê) û şehîd Mehmûd El-Huseynî (Hogir Şedadê) wergirtin.

Girseya gel bi karwaneke ku ji sedan wesayîtan pêkhatî berê xwe dane goristana şehîdan a Şedadê. Darbestên şehîdan bi wêneyên şehîdan û gulan hatibûn xemilandin.

Li goristanê, şêniyan cenazeyê her 13 şehîdan li ser dika goristanê danîn û şervanên YPG`ê merasîmeke leşkerî lidar xistin.

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên 13 şervanên YPG'ê bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hatin veşartin.