Cenazeyê 10 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê 10 şehîdên YPG’ê yên di ‘Bagera Cizîrê’ de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawudiyê veşartin.

Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê gund û navçeyên wê cenazeyê şervanên YPG‘ê Emar El-Xelef (Bakur Hesekê), Mihemed El-Ubeyd (Egîd Hesekê), Eymen Îbrahîm (Şêrewan El-Kurdî), Xalid Hedîd (Rêzan Hesekê), Ebdulhemîd Yûnis (Dijwar Hesekê), Mihemed Eqre (Baran Hesekê), Ebdulrehman Xidir (Zagros Hesekê), Udey Ezîz (Mihemed Hesekê), Ehmed El-Salih (Umere Hesekê) û Nîdal Elî (Rêdûr Hesekê) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibûn bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dijwar li gundê Dawudiyê veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên QSD’ê Şiyar Delîl axivî û got; “Bi saya qehremantiya şehîdan dawiya çeteyên DAÎŞ’ê tê. Bi pêşveçûna şervanan em ê dawiya DAÎŞ’ê bînin.”

Piştre Rêveberê Meclîsa TEV-DEM‘ê Ferhan Dawud, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubeyd axivîn û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdbûnê yên şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel bi dirûşme û tilîliyên dayikan cenazeyê şehîdan li goristanê veşartin.