Canfedayê ku soza xwe pêk anî: Polat Efrîn

Polat Efrîn ku li navçeya Bilbilê ya Efrînê li dijî hêzên Tirk ên dagirker çalakiya fedayî kir, yek ji wan cangoriyan bû ku digot, "Heta ku pê li bedena min nekin, wê nikaribin bikevin gundê min."

"Em amade ne ku canê xwe yê giranbuha ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe feda bikin. Jiyana me jî wê ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên canfeda be." Ev gotinên Polat Efrîn e ku 12'ê Adarê li navçeya Bilbilê ya Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê çalakiya fedayî kir û şehîd bû.

Dema ku Şoreşa Rojava dest pê kir Polat Efrîn (Mervan) 17 salî bû. Mîna bi hezaran ciwanên Kurd ji bo xewn û xeyalên azadiyê yên gelê xwe pêk bîne tevlî nava refên berxwedanê bû. Di şerê dijî DAÎŞ'ê de, di şerê bê navber ê 7 salan de li her eniyê her tim li pêş bû. Polat Efrîn bi dehan caran birîndar bû, lê ti carî xwe ji têkoşînê venegirt. Mervan Elî Emer bi nasnav Polat Efrîn, navê apê xwe Polat Efrîn hilanî ku sala 1992'an di têkoşîna dijî dagirkeran de şehîd bûbû.

Dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê roja 20'ê Çileyê li dijî Efrînê dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin, Polat Efrîn di şerê dijî DAÎŞ'ê de birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Avrînê 3 caran emeliyat bûbû û birînên wî hîn nekewiya bûn. Polat Efrîn ku nedikarî milê xwe yê çepê bi kar bîne, guh neda îtirazên malbatê û hevalên xwe û çû eniya Bilbilê ji bo li dijî dagirkeran şer bike. Piştî ku hevrêyên wî ew vegerand, vê carê berê xwe da eniya Mabetayê. Polat Efrîn piştî wextekê ji wir jî hate anîn, lê vê carê got, "Ez ê jî biçim li gundê xwe şer bikim" û çû gundê Qizilbaş ê navçeya Bilbilê. Polat Efrîn êvara 12'ê Adarê li dijî leşker û çeteyên Tirk ên dagirker heta fîşeka xwe ya dawî şer kir. Polat Efrîn beriya biçe ji diya xwe re gotibû, "Heta ku pê li bedena min nekin wê nikaribin bikevin nava gundê me" û li ser vê soza xe sekinî. Li dijî dagirkeran çalakiya fedayî kir û tevlî karwanê şehîdan bû.