Brett McGûrk çû serdana Tebqayê
Nûnerê Taybet ê DYA’yê Brett McGûrk û Fermandarên Koalîsyona Navneteweyî, li gel Meclîsa Sivîl a Reqayê hevdîtinek pêk anî.
Nûnerê Taybet ê DYA’yê Brett McGûrk û Fermandarên Koalîsyona Navneteweyî, li gel Meclîsa Sivîl a Reqayê hevdîtinek pêk anî.
Piştî hevdîtina bi Meclîsa Sivîl a Reqayê re ku duh li bajaroka Eyn Îsayê pêk hat, McGûrk îro serdana Tebqayê kir . McGûrk li pêşiya avahiya Meclîsê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Sivîl a bajar Ehemd Şeiban û rêveber û endamên din ê meclîsê ve hat pêşwazîkirin.
Piştre civîn li depoyekî madeyên alîkariyê yê bajarê Tebqayê hat lidarxistin. Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî bû, Hevserokê Meclîsa Sivîl ya bajarê Teqba Ehmed Şeiban, Cîgirê Hevserokatiya Meclîsê Ehmed Silêman, Hevserokên Buroya Kar û Barên Rêxistinên Alîkariyê Enfal El-Hemade û Merwan Xuce, Hevseroka Şaredariya bajarê Tebqayê Îman Ilêwî û Endama Şaredariyê Dilşa Mislim amade bûn.
Civîn du seatan dirêj kir û tê payîn ku di civînê de rewşa alîkariya li bajar hate gotûbêjkirin.
Nûnerê Taybet ên DYA’yê Brett McGûrk, wê bi Fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re jî bicive.