Bîlançoya teqînê gelekî giran e: Herî kêm 200 sivîl mirin

Bîlançoya komkujiya ku DAIŞ'ê duh êvarê li Dêra Zorê li dijî sivîlên ku ji rejîmê û êrîşên DAIŞ'ê direviyan û berê xwe dabûn herêmên QSD'ê gelekî giran e.

Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê yek ji mezintirîn komkujiyên xwe yên li dijî sivîlan kirin. Li Dêra Zorê, sivîlên ku ji bomberdûmana balafirên şer ên rejîmê û ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û berê xwe dan herêmên QSD'ê, careke din bûn hedefa DAIŞ'ê.

Li herêma navbera Konika û Cefrayê, sivîlên ji Dêra Zorê hatibûn dema ku di benda kontrolê ya QSD'e re derbas dibûn, çeteyên DAŞ'ê wesayiteke bombebarkirî di nava wan de teqandin. Ji ber teqînê agir bi 20 wesayitên ji Dêra Zorê hatibûn û sivîl tê de bûn.

Me li cihê bûyerê lêkolîn kir û dît ku hemû wesayitên li cihê bûyerê tevî sivîlên tê de şewitîne û bûne xwelî. Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, bi qasî 200 mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Tevî ku nediyar e jî, kesek bi saxî ji cihê bûyerê nefilitî. Ji ber teqînê her wiha hin sivîlên li derdorê jî birîndar bûn.

Ji ber teqînê, 2 şervanên QSD'ê yên li benda kontrolê ya QSD'ê bi erka xwe radibûn, şehîd bûn.

Her wiha derket holê, ku piştî teqîndina wesayita bombebarkirî ya li nava sivîlan, wesayiteke din a bombeyî berê xwe daye nuqteyên QSD'ê û şervanên QSD'ê ew wesayit îmha kirine.

Bîlançoya ku heta niha hatiye zelalkirin ev e. Lêkolîna hêzên QSD'ê û Asayîşa Dêra Zorê li ser encamên bûyerê dewam dike.