Bi sedan sivîlên din li Reqayê hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku hêzên YPG-YPJ pêşengiyê ji wan re dikin, bi sedan sivîlên din li Reqayê rizgar kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku hêzên YPG-YPJ pêşengiyê ji wan re dikin, bi sedan sivîlên din li Reqayê rizgar kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên ku li Reqayê dor li wan teng bûye, sivîlan ji xwe re dikin mertalên zindî. Şervanên QSD'ê her roj bi sedan sivîlan rizgar dikin û digihînin herêmên ewle. Li taxa Reqa berê, sivîlên dîl hatibûn girtin, bi operasyonên tîmên taybet ên QSD'ê hatin rizgarkirin.
Sivîlên ji Reqayê ku bi salan di nava zilma DAIŞ'ê de man, anîn ziman ku wan tenê karîbûn nanê tisî bixwin. Hinekan jî anîn ziman ku wan bêhna firingiyan jî ji bîr kiribûn. Ji ber ku ew ji zilma DAIŞ'ê rizgar kirin, ji şervanên QSD'ê re dua dikin. Welatiyekî ji Reqayê yê extiyar ê Tirkmen, bi Kurdî, Erebî û Tirkmenî got, "Îro cejna me ye" û şervan hembêz kir.