Bi rizgarkirina gundê Şêx Hamed azadkirina Reqa pîroz kirin
Şervanên QSD’ê, gundê Şêx Hamed ê girêdayî Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û azadkirina Reqa pîroz kirin.
Şervanên QSD’ê, gundê Şêx Hamed ê girêdayî Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û azadkirina Reqa pîroz kirin.
Şêrvanên QSD′ê di Pêngava Bagera Cizîrê de pêşve diçin û serkeftinên mezin bi dest dixin. Şervanan gundê Şêx Hamed ê dikeve bakurê rojhilatê bajaroka Siwerê rizgar kirin û bi vê yekê azadkirina Reqayê pîroz kirin.
Şerê dijwar ê ji bo azadkirina gund 12 saetan dom kir û piştre bi temamî gund ji çeteyan hate rizgarkirin. Di şerê qewimî de 7 çete hatin kuştin.