BI DÎMEN

‘Bi Rêber Apo re wê tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin’

Yek ji kesên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtî Bekir Ceradê wiha got: “Her Kurdek, azadîxwazek û parêzvanên mafên mirovan divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşe.”

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê a Kantona Firatê Bekir Ceradê têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Bekir diyar ku roja 15’ê Sibatê rojekî reş e û got: "Ew hêzên navnetewî û hegemon xwestin di vê rojê de bê îradebûna gelê Kurd, bê çareseriya doza Kurd bi riya komployê bidin destpêkirin. Divê mirov berî her tiştî vegere kûrahiya dîrokê. Ew hêzên desthilatdar ji serdema Neolotîkê û vir ve, roj bi roj tebeqeyên xwe mezintir kirin û xwe li ser wê jî dan meşandin."

‘XWESTIN DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE GELÊ KURD BÊ ÎRADE BIKIN’

Ceradê anî ziman ku wî di temenê xwe yê ciwantî de Rêberê Gelê Kurd dî û wiha got: "Di şexsê Rêber Apo de hemû pîvanên mirovtiyê, hezkirina jiyanê di şexsê Rêber Apo de hatin diyarkirin. Min di sala 1989’an di 20’ê Mijdarê de li Helebê li gel bavê xwe Rêberê xwe dît, ez jî di wê demê de di temenekî ciwan de bûm. Di dîtina min a bi Rêber Apo re min hemû pîvanê ku ji bo mirovahiyê ye di şexsê Rêber Apo de dît. Mirov hezkirina azadiyê, di axaftina wî û sekna wî de dibîne. Di axaftina wî de hemû pirsên di mejiyê me de, ji dîrokê re dihatin pejirandin. Nêzî sê setan axivî, di wê axaftinê de dahûrandinekî ku mirovahî têre derbas bûye vedigot, rewşa gelê Kurd, ew pirsgirêkê ku têde jiyan kiriye, wê çawa ew zehmetiyan bên çareserkirin, hemû me di şexsê Rêberê xwe de dît. Min li Lubnanê cara duyem di şahiya 15’ê Tebaxê de ew dît."

Bekir Ceradê destnîşan kir ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn, desthilatdaran xwestin gelê Kurd di qirkirinê re derbas bikin û got: "Hêzên Hegemonî li kêleka dewleta Tirk komplo dan destpêkirin, çawa berî sedsalan Şêx Seîd hate girtin, Rêberê Gelê Kurd jî dîl hat girtin. Di 29’ê Hezîranê de Şêx Seîd di vê dîrokê de hat darvekirin, xwestin di heman dîrokê de jî Rêber Apo bi darve bikin. ew jî diyar dike ji bo tunekirina gelê Kurd bi israr in. Çawa gelê Ermen qir kirin. Piştre jî xwestin gelê Kurd qir bikin û tune bikin."

‘KURD BI KOMKUJIYAN TUNE NABIN’

Ceradê ragihand ku gelek kesan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dan ber agir û got: “Ji wê demê heta roja îro jî gelê Kurd tu carî nesekiniye. Îro jî bi sedan welat di pêngava ji Rêber Apo re azadî de cih digirin. Divê êdî pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, Kurd bi komkujiyan tune nabin. Ji bo em jiyanekî azad bijîn, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe. Wezîfeya her Kurdek, azadîxwazek û parêzvanên mafên mirovan e ku li dijî tecrîda Îmraliyê rabe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike."