Bi merasîmekê şehîdê QSD’ê Kobanê veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Ehmed Muslim (Qehreman Kobanê) li Kobanê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle veşartin.

Cenazeya şervanê QSD`ê Ehmed Muslim (Qehreman Kobanê) ê ku dema bi erka xwe ya leşkerî radibû  li bajarê Hesekê şehîd bû, ji aliyê seden kesî ve li Goristana Şehîd Dicle hate veşartin.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, piştre endamê Meclîsa PYD`ê ya herêma Firatê Mistefa Ezîz axivî û got: "Gelê Kurd di oxira bidestxistina azadiya xwe û azadiya ya gelê herêmê berdêlên giran da û hîn jî ji bo li tevahiya herêmê jiyaneke azad û demokrat misoger bibe berdêlan didin."

Mistefa Ezîz anî ziman ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berdewam dikin û got, ev jî isbat dike ku şerê fikirê biratiya gelan dike, ji lew re li her deverê û bi hemû rêbazan şerê gelê Kurd dike.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Navçeya Qenaya Sûad Elî Demir jî axivî, destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Qonaxa ku gelê me têre derbas dibe pir girîng e, ji ber ku dijmin li kûderê ve bi hemû rêbazan şerê Kurdan dike, heta şerê taybet jî da meşandin."

Sûad Elî Demir soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftin û têkbirina dagirkeriyê da.

Di dewama merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya 4 şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Navên şehîdan wiha ne; Naz Şêx Ebdî (Destan Fîras Kobanê) li Metîna şehîd bû, Mihemed Duderis (Baran Barî) li Avaşîn şehîd bû, Mistefa Hesen (Ferman) ku li Botanê şehîd bû û Mahir Mihemed (Zinar Firat) ku 2014`an li girê Sêfê yê Başûrê Kobanê şehîd bû.

Di dawiya merasîmê de şehîd Ehmed Muslim (Qehreman Kobanê) li Goristana şehîd Dicle hate veşartin.