Bi hezaran kesî berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Sîpan Efrîn

Li Dêrikê bi hezaran kesî sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hemo bi nasnav Span Efrîn re xwestin.

Li Dêrikê bi hezaran kes li pêşiya Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer kom bûn, berê xwe dan konê sersaxiyê ji malbata Sîpan Efrîn re xwestin.

Konê sersaxiyê ji alên QSD’ê û wêneyên şehîd Sîpan hatibûn xemilandin.

Li kon li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Komîteya Karê Hundirîn a Rêveberiya Xweser û Kongra Star axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku şehîd Span hemû temenê xwe da têkoşîna gelan û li hemû eniyan li dijî dagirkerî û mêtingeriyê têkoşîn da.

Piştre jî nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.