Bi hezaran kes li Qamişloyê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin

Di 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de bi hezaran kes li Qamişloyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Bi hezaran şêniyên navçe û bajarokên kantona Qamişloyê li bajarê Qamişlo û Dêrikê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi dirûşma “Bi yekitiya gelan em ê êrişên dewleta Tirk a faşîst têk bibin û Rêber Apo azad bikin” daketin qadan.

Li Qamişloyê bi hezaran şêniyên bajêr û navçeyên Til Hemîs, Amûde, Tirbespyê ji Çerxerêya Felahîn (Cotkaran) heta rêya ber bi balafirgeha Qamişloyê ve meşiyan. Xwendekarên dibistanan, rûspiyên Ereb û Kurd, endamên saziyan û ciwan tev li xwepêşandanê bûn.

Li ber têketina balafirgeha Qamişloyê meş rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Însiytîfa Gel a Herêma Cizîrê Nisrîn Doko axivî û berxwedana gelan a li hember Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.

Nisrîn wiha axivî: “Gelê me yê berxwedêr ku dijmin jê ditirse, li ser rêya Rêber Abdullah Ocalan e ku beriya 25 salan di encama Komploya Navneteweyî de ji Sûriyeyê derket.”

Di dawiyê de Nisrîn got: “Dewleta Tirk bi armanca şikandina vîna gel êriş dike. Lê belê gelê me dev ji rêgeza têkoşînê bernade. Hebûna Kurdan rastiyek e û tu hêz nikare wan tune bike. Gelê me tu carî gav paşde naavêje û wê li qadan be.”

‘HER HÊZEKE BÊDENG DIMÎNE ŞIRÎKÊ KOMKUJIYAN E’

Endamê Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: “Hemwextî salvegera komployê, dewleta Tirk bi awayekî hovane êriş dike. Sivîlan û saziyên xizmetguzariyê; kehrebe, av, sotemenî û enerjiyê dike hedef. Ev ne êrişeke ketober e.”

Saroxan destnîşan kir ku li Îmraliyê Rêber Abdullah Ocalan rûbirûyî êşkenceyeke herî hovane ye û ji 3 salan ve agahî jê nayê wergirtin, tevî wê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedaneke bêhempa didomîne.

Saroxan got ji ber ku komplo negihaşt serî, dewleta Tirk êriş kir û wiha pê de çû: “Her hêzek li hember van êrişan bêdeng dimîne, şirîkê komkujiyan e.”

Şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, Însiyatîfa Parêzeran a ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, nameyeke têkildarî sûcên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, radestî navenda têkiliyan a Rûsyayê ku li balafirgeha Qamişloyê ye, kir. Lê navendê, name wernegirt.

Têkildarî vê mijarê, endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Silêman Ehmed helwesta Rûsyayê ya li hember Komploya Navneteweyî û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û destnîşan kir ku Rûsya bi israr e ku bibe beşeke Komploya Navneteweyî.

DÊRIK

Li Dêrikê ji bo şehîdên bombebarana dawîn a li dijî Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Koçerat, şîn hate ragihandin û bi boneya Komploya Navneteweyî, dikan jî hatin girtin.

Bi hezaran şêniyên bajêr, navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa meşiyan.

Meş ji pêşiya geraca bajêr dest pê kir û li sûka navendî rawestiya. Li wir endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Dêrikê Ciwan Hesen axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Ciwan Hesen got berxwedana li Îmraliyê û xwedîderketina li felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê gelan ve, komplo têk bir û wiha domand: “Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo gelên Rojhilata Navîn mîras e da ku li ser wê tê bikoşin û azadiya xwe bi dest bixin.”

Her wiha Hesen diyar kir ku êrişkirin û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewama armancên komploya navneteweyî ye.

Hesen anî ziman ku tu kes nikare gelên herêmê ji rêgeza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dûr bixe, wê di oxira parastina wî û destkeftiyên şoreşê de fedakariyên bikin.

Endama Kongra Star Firyal Qesûm jî soza mezinkirina têkoşînê li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî û aştiyê li cîhanê da.