Bi hezaran Efrînî komploya navnetewî şermezar kirin

Li gundê Babinisê ya herêma Şehbayê bi hezaran Efrînî daketin qadan û li dijî qomploya nav netewî ya 9'ê Cotmehê meşeke girseyî kirin.

Li dijî Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate kirin.  Bi hezaran kesên ji gelê Efrîn û Şehba ji destpêka Gundê Babinêsê û ber bi meydana gundê Babinisê ve meşiyan.

Dema meşê dirûşmên ''Bê serok jiyan nabe'', ''Bijî berxwedana Imraliyê'' hatin berzkirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin.

Endama Kongra Starê Hediye Yusiv axivî. Yûsiv komplo şermezar kir. Yûsiv got Emerîka, Brîtanya, Rûsya û gelek hêzên din di nav komployê de cih girtin.