Bi hezar kes li Minbicê li dijî gefên dewleta Tirk rabûn ser lingan

Li Minbicê bi hezaran kes li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker, peyamên berxwedanê dan.

Li dijî gefên dagirerkiyê yên dewleta Tirk a Minbicê, bi hezaran kesên ji Minbic, Reqa,Dêra Zor, Cizîr, Kobanê, Girê Spî û Tebqayê meşiyan.

Meşa ku nûnerên partiyên siyasî, endamên rêxistina civaka sivîl û endamên saziyên leşkerî tevlî bûn, ji Çerxerêya Sebî Behrat destpê kir.

Meşa ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindir û Hêzên Parastina Cewherî ve ewlekariyên mezin hate girtin, pankartên “Kujer Erdogan”, “Ji dagirkeriya dewleta Tirk re na” û bi alên saziyên leşkerî bilind kirin.

Di tevahiya meşê de dirûşmên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û gefên wê şermezar dike hate qîrkirin,bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember qetlîaman jî hate protestokirin. Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan ê di meşê de axivî, anî ziman ku gelê Minbicê peyamek vekîr ji bo hemû cîhanê radigihîne.

Girseyê li Qada Minbicê mîtîngek lidar xist. Di mîtînga bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir de

Endamê Komîteya Çand û Hunera Demokratîk a Minbicê Emel Dada, Hevserokê Meclîsa Rêvebe a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Şêx Hamid El-Ferec axivîn. Her wiha li ser navê Rêveberiya Reqayê jî Emîr Xabûr, li ser navê Rêveberiya Girê Spî Hemdan El-Ebid û li ser navê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Zehwan Ebdulhemîd û li ser navê TEV-DEM ya Kobanê Eyşê Efendî axivîn.

Piştî axaftinan mîtîng bi dirûşman ve bi dawî bû.