Bi hêviya vegera Efrînê welatiyên Efrînî rojbûna Ocalan pîroz kirin

Welatiyên Efrînê yên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê neçar mane ku li Kantona Şehbayê di bin şert û mercên giran de dijîn, ragihandin ku demokrasî, ewlehî, biratiya gelan û wekhevî bi bûyîna Ocalan re pêk hatiye.

Welatiyên Efrînê bi hêviyên vegera Efrînê li Şehbayê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyan pîroz dikin.

Dayika Fatma Silêman Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê ronahî daye tevahî cîhanê. Silêman got: “Em bi hêvîne ku rojbûna Rêber Apo salên li pêşiya me tên bi hev re pîroz bikin.”

Fatma Silêman piştevaniya xwe ya ji bo berxwedêrên grevên birçîbûnê jî îfade kir.

‘RÊBER APO KURD JI XEWÊ ŞIYAR KIR’

Jina ji Efrînê Fîden Ebdo jî jidayikbûna Ocalan pîroz kir û got: “Jidayikbûna Rêber Apo di serî de ji bo jinan bû ronahî piştre jî ji bo hemû cîhanê bo hêvî û ronahî. Rêber Apo gelê Kurd ji xewê şiyar kir. Jidayikbûna Rêber Apo rojeke pîroz û dîrokî ye.”

Ebdê bal kişand ser koçberiya xwe ya li Efrînê û diyar kir ku dilê wan bi êşe ku ji warê xwe koçkirine û got: “Em ê bi berxwedana xwe ya li Şehbayê Efrînê rizgar bikin û dawî li tecrîdê bînin. Em ê Rêber Apo azad bikin.”

‘AZADÎ, DEMOKRASÎ Û MIROVAHÎ HATE CÎHANÊ’

Bavê Şehîd Ezîz Hesen Şêx Hesen jî ji bo rojbûna Ocalan dar li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê çand û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Şêx Hesen got: “Bi 4’ê Nîsanê re azadî, demokrasî û mirovahî hate cîhanê.”

‘CPT BI ERKA XWE RABE’

Dayika Şehîd Egîd û Zîlan Hacer berxwedêrên di grevan de ne silav kir û rojbûna Ocalan di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dayik, bav, hevjîn û zarokên şehîdan pîroz kirin.” Dayika Hacer bang li CPT’ê kir ku bi erkê xwe rabin.”

Her wiha jina bi navê Mewlîde Yûsûf û Rojeg Osman jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.