BI DÎMEN

Bi hev re hesinkariyê dikin

Hevjînên Efrînî, Fatima û Henan ku temenê wan qasî 60-70 salî ye, ji bo debara jiyana xwe bikin li Şehbayê bi hev re hesinkariyê dikin.

Piştî ku xelkê Efrînê bi darê zorê ji warê xwe hatin koçberkirin û berê xwe dan herêma Şehba, Heleb û deverên din; Hevjînên Efrînî Fatima û Henan li gundê Til Qireh a navçeya Ehresê bi cih bûne. 

Hevjîn ji ber jiyana zehmet a koçberiyê biryar distînin ku karê xwe yê ku li Efrînê dikirin li Şehbayê dîsa berdewam bikin. Ji ber wê dikanekî li gundê Til Qireh peyda dikin û li wir karê xwe yê hesinkariyê bi derfet û amûrên kêm berdewam dikin.

Dayika Fatima Mihemed ku temenê wê 61 salî ye, ji gundê Berovo ya navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî ye, wiha got: "Hevjîna min bi Ermeniyên ku li Efrînê jiyan dikirin re di karê hesinkariyê de dixebitî. Lê li gorî ku min didît derbara jiyana me dîsa jî nebaş bû. Me biryar da ku li mala xwe karê hesinkariyê bikin. Li gorî wê li goşekê mala me li Efrînê me hêdî hêdî amûrên hesinkariyên dikirîn û li wê goşeyê me pê kar dikir. Ji ber roja Înê betlane bû, me êvara Pênşemê û roja Înê bi hev re kar dikir. Li gorî wê me amûrên ku çêdikir li bazara Efrînê difirot. Hêdî hêdî karê me pêşket û me xwest li taxa pîşesaziyê ya Efrînê dîkanekî xwe bikirin. Li taxa pîşesaziyê jî me dikana xwe vekir û demekê me tê de kar kir. Lê ji ber êrîşên dijmin ên hov di 2018'an de em bûn koçber. Li Şehbayê jî derfeteke baş nîne ku em kar bikin. Ev kar ji bo fîzîka jinê zehmet e, lê em ê ji bo berxwedana xwe berdewam bikin heta vegera Efrînê em her tiştî tehemûl bikin."

Henan Şêxo yê ji gundê Şêxorzê ya navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî ye, li ser karê hesinkariyê ev tişt got: "Di temena xwe yê 8 saliyê de li ber destê Ermeniyên ku ji Bakurê Kurdistanê hatine sirgunkirin min kar dikir. Piştî ez zewicîm min û hevjîna xwe me bi hev re ev kar berdewam kir. Lê dewleta Tirk a dagirker nehişt ku em şad bibin, di sala 2018'an de em hatin koçberkirin û em hatin Şehbayê. Li vê derê hesinkarî gelekî zehmet e. Di serî de ji bo peydakirina hesin. Dema em nû hatin Şehbayê hemû dever hetibûn rûxandin, ji ber wê min hesinên ku bi kêr nayên kom kirin û heya niha em pê kar dikin. Ji bo helandina hesin, em amûrên kehrebê bi kartînin, ger kehreb biçe jî karê me disekine."