BI DÎMEN

Bi Gustîl têkiliyên civakî hîn xurt dibin

Lîstika Gustîl ku hesta yekîtî û hevgirtinê xurt dike, têkiliyên civakî jî xurt dike û dike ku şêniyên Dêrikê demeke kêfxweş bi hev re derbas bike.

LÎSTIKA GUSTÎL

Li gundê Carûdî yê bajarê Dêrikê yê Rojava, lîstika Gustîl xwedî karaktereke kevneşop e. Gundê Carudî ji 45 malbatan pêk tê ku şêniyên xwe 200 kes in. Gundî debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dike. Sîstema komun ji bo wan nebe nabe. Lewma bi aqlekî hevpar xwe bi rê ve dibin. Li Dibistana Şehîd Zinar ji bo 50 xwendekaran 7 mamoste ne. Li gund xwendin heta pola 6'an dewam dike. Li gundê Carûdî ku xwedî çand û dîrokeke dewlemend e, yek ji tiştên ku herî zêde bala mirovan dikişîne lîstika Gustîl e.

Ev lîstik bi rengê 2 tîman tê lîstin ku her tîmek ji 10 kesan pêk tê. Di nava herdu tîman de kesê herî bi tecrûbe weke Pîrik tê hilbijartin û rê li ber lîstikê dike, edaletê pêk tîne. Pîrik gustîla di nava xewliyekê de hatiye veşartin di binê betaniya ku li ser endamê tîm hatiye nixumandin bi rengekî veşartî dide endamekî. Lîstikvanê tîma hember jî hewl dide bibîne bê gustîl daye kê. Lîstikvan jî ji bo dîtina gustîlê bi rengekî bêdawî texmînan dikin. Her texmîneke rast jî dike ku pûanan bi dest bixe.

MÎRATEYA ÇANDÎ DIDE NIFŞÊN NÛ

Bi rêya lîstikê hem demeke xweş derbas dibe hem jî kevneşopiyek tê parastin. Lewma mîrateya çandî ji nifşên nû yên ciwanan re tê ragihandin. Lîstika ku her beşên civakê dikarin tevlî bibin, zarok jî dilîzin. Gustîl ku ji aliyekî ve hunera fikrê stratejîk xurt dike, ji tîma ku serketina 20'emîn bi dest xistiye bi navê destegul tê dayin. Di lîstika ku heta 20'an dizîvire, ji bo peydakirinê bêdawî texmîn dikare bê kirin. Dema ku gihîşt destegulê jî tîma têkçûyî divê tenê carekê texmîn bike bê gustîl bi kê re ye. Eger bi ser nekeve wê bi 21'ê re lîstik biqede. Eger texmîn rast bike ji tîma gihîştiye 20'an wê 5 pûan kêm bibe. Bi vî rengî jî lîstik dewam dike.

Lîstika Gustîl dibe alîkar ku mirov hestên hev fêhm bikin û parve bikin. Her wiha tevkariyê li hunera empatiyê ya serketina bi kolektîf dike. Di lîstika Gustîl de ku hunera tevgera bi hev re xurt dike, ji bo serketina hevpar pêwîstiya bi piştevaniyê nîşan dide. Xelkê Carûdî jî bi rêk û pêk li hev kom dibe û piştevaniyê xurt dike.