BI DÎMEN

Bi deh hezaran kes li dijî komployê meşiyan

Li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi deh hezaran kes li dijî komploya navneteweyî û tecrîda li Îmraliyê meşiyan û gotin, "Berxwedana topyekûn wê serketinê bîne. Bi şerê gel ê şoreşgerî em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin."

Meşên ku li Dêrik û Qamişlo bi armanca şermezarkirian komplopya 15’ê Sibatê bi beşdariya deh hezaran kesan hatin lidarxistin, bi axaftin û peyaman dawî bûn.

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo û navçeyên wê Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir.

Meş li bajarê Qamişlo ji Çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir û heta pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’yê Adarê dom kir. Di meşa ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Polîsên Trafîkê tedbîrên ewlekariyê girtin de, meşvanan êlekên wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û nivîsa "Bê serok jiyan nabe" li ser hebûn, li xwe kiribûn. Di meşa ku tavahiya meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bilind kirin de bênavber dirûşmeya, "Kes nikare roja me tarî bike", "Bimire komploger" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

ASYA EBDULLAH: TU KOMPLO ME JI XETA AZADIYÊ DÛR NAXIN

Piştî meşê li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah axivî û diyar kir ku tevahiya Kurdistaniyan di rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah de berpirsyar in.

Asya Ebdullah destnîşan kir ku komplo di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelan pêk hatiye, lê tu komplo nikarin wan ji xeta azadiyê dûr bixin. Asya Abdullah ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê û îlankirina berxwedaneke topyakunê kir û got: "Çawa îradeya gelan li hemeberî komployê bi ser ket, dê li hemberî êrişan jî bi ser keve."

Hevserokê Desteya Hundihrîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Kenan Berekat jî diyar kir ku wan di 25 salên komployê de bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têkoşin meşandiye û got: "Ji bilî serkeftinê tu rêyên din ji bo me nîn in. Heta pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê li her qadekê têkoşînê xurt bikin.”

Bi navê Konfederasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Îsmaîl axivî û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirin têkoşînê kir.

Endamê Desteya Rûspiyan a Kantona Cizîrê Hesen Ferhan jî anî ziman ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê ronî kiriye û ew ê şopdarên vê xetê bin.

Welatiyê bi navê Feysel Heqî yê ku bi tenê ji Tirbespiyê heta Qamişloyê meşiya bû jî got ku dê li hemberî komploya navneteweyî bêdeng nemînin.

Çalakî bi xwendina helbestên li ser Rêber Abdullah Ocalan hatine nivîsandin û dirûşmeyan bi dawî bû.

DÊRIK

Şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa, herêmên Berav û Koçeratê meşeke mezin li dar xist. Meş ji Qada Azadî ya li Dêrikê dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Bi rihê têkoşîna gelê şoreşger û pêngava domdar a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê pergala Îmraliyê hilweşînin", "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hatin vekirin.

Beşdarên li kolanên bajar meşiyan bi yek dengî dirûşma "Bê serok jiyan nabe" berz kir. Dayikên şehîdan jî êlekên spî yên bi wêneya Rêber Abdullah Ocalan û nivîsa "Bê serok jiyan nabe" li xwe kiribûn.

Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Şehîd Bawer veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hat kirin. Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Kantona Cizîrê Silêman Ereb axivî û got, Rêber Abdullah Ocalan li hemberî berjewendiyên navneteweyî yên ku gelan paşguh dikin û ji bo azadiya jinan têdikoşe.

Silêman Ereb anî ziman ku bersiva herî xurt a li hemberî komplogeran xwe perwerdkirin û rêxistinkirina li ser esasê pradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan e.

Silêman Ereb bang li civakê kir ku ji xwedî li ramanên Rêber Abdullah Ocalan derkevin û bi awayekî dirust pêk bînin.

Rêvebera Kongra Star a Dêrikê Şadiya Yûsif jî axivî û bang li tevahî jinan kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xurt bikin û got: "Azadiya Rêbertî azadiya me ye."

Di dawiyê de, Koma Şanoyê ya navenda Çand û Hunerêy a Aram Tîgran şanoyek bi navê  "Hêviya azadiyê" pêşkêş kir. Şano balê dikişîne ser bandora ramanên Rêber Abdullah Ocalan a li ser civakê. Mitîng bi dirûşmeyan bidawî bû.