Bi deh hezaran kes ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser piyan e

Li bajarên Heleb, Reqa, Hesekê, Til Birak û Şedadê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran kes bi daxwaza agahiyê ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin daketin qadan.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî erdheja duh a li Derya Marmarayê ji bo agahiyê ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin çalakî li dar xistin.

HELEB

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi sedan welatî ji bo agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin meşiyan. Meşa ku ji aliyê Însiyatîfa ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê hat lidarxistin, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan beşdarî bûn.

Meşa ji ber Salona Civînê ya 8'ê Adarê ya Taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Dem dema azadiyê ye" û "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatin hilgirtin. Di meşê de bênavber dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Berxwedana Rêber Apo" hatin berzkirin.

Meş li Qada 7 Şehîdan a rojhilatê Taxa Şêxmeqsûd veguherî mîtîngê. Berdevka Helebê ya Însiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Amîne Xidro daxuyanî xwend. Amîne Xidro diyar kir ku ew dixwazin der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahiyan bigirin.

REQA

Li bajarê Reqayê jî bi beşdariya sedan kesî meşek hate lidarxistin. Meş ji ber avahiya Meclîsa Giştî ya Reqayê dest pê kir û heta Duriyana Neîmê dewam kir. Meşvanan bênavber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Ji komploya navneteweyî re na" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" berz kirin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ebîr El Xelîl bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên girtiyên siyasî û wiha got: “Çalakiyên li dijî Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina qanûnên navneteweyî û mafên mirovan e."

Ebîr bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan û bi taybetî jinên Ereb û destnîşan kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên ku ji ber zîhniyeta hegemonîk a baviksalarî derdikevin çareserî ye.

Li ser navê jinên Reqayê Ebîr El Xelîl bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahiyan bigirin, zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin. Ebîr El Xelîl diyar kir ku hêzên navneteweyî ji girtiyên siyasî berpirsyar in.

Piştre endamê Desteya Karûbarên Olî Şêx Yehya Ebû Beraa axivî û got ku dewleta Tirk a dagirker bi girankirina tecrîdê dixwaze têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi derve re qut bike.

Çalakî bi dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

HESEKÊ

Bi heman armancê li bajarê Hesekê bi beşdariya sedan welatiyan meşek hate lidarxistin. Meş li Xaçerêya Sînalko dest pê kir û ber bi Taxa Kevokê ve berdewam kir. Meşvanan li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankarta "Sonda me ye ku em dîwarên Îmraliyê hilweşînin û bi Rêberê xwe re azad bijîn" hilgirtin.

Endamê Meclîsa Giştî ya PYD'ê Ebdulxenî Oso li Duriyana Kevokê axivî û destnîşan kir ku hêzên navneteweyî û NY ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyar in.

Çalakî bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birak a Kantona Hesekê bi sedan welatiyan ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kolanên navçeyê meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” hatin qîrîn. Meş heta ber navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewam kir. Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Weed El lêwîz daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de banga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berfirehkirina têkoşînê hat kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Li navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê jî bi sedan welatiyên li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê hatin cem hev û ji vir heta Parka Rêbertiyê meşiyan. Endama Yekitiya Jinên Ciwan Îqbal El Ebdo li vir axivî, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da. Îqbal El Ebdo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi tecrîdê dixwaze têkilya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelan qut bike.

Piştre Rêveberê PYD’ê Fadil El Ehmed axivî û bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku bi lezgîn rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan eşkere bike.

Endamê Federasyona Zehmetkêşan Ehmed El Elî jî diyar kir ku ji bo agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin daketine qadan û wiha axivî: “Rêber Abdullah Ocalan hewl dide projeya neteweya demokratîk, jiyana hevpar û edaletê pêk bîne. Em deyndarê serokatiyê ne, mafê me heye ku em rewşa tenduristiyê hîn bibin."

Çalakî bi dirûşmên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.